Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û komek parlementer hatin navçeya Sûrê ya ku derketina kuçeyan hate qedexekirin û li qada Şêx Sedîd daxuyanî dan rojnamevanan.
Demirtaş got ku ew hewl didin ku li Tirkiyeyê hemû pirsgirêkên ji ber kêmasiya demokrasiyê peyda dibin bi rêya aştiyê bên çareserkirin û gel jî piştgiriyê dide pêvajoya diyalogê.
Demirtaş destnîşan kir ku banga aştiyê ya ku ew bang dikin li Tirkiyeyê hema hema ji hêla hemû civakê ve tê kirin û wiha dewam kir: "Em bendêne ku bi cidî guh bidin vê banga me. Em wisa belahewa bangê nakin. Divê her kes guh bide vê banga me û qebûl bike ku ev fikra gel e û vê wisa binirxîne. Em bendêne ku Enqere jî, Qendîl jî li gor hêviya gel tevbigerin."
Demirtaş got ku pirsgirêk ne ji ber çend ciwanên biçek ên li Cizîrê û Diyarbekirê ye û wiha axivî: "Navê wê, pirsgirêka kurdan e. Pirsgirêk pirsgirêka kurdan a çand, ziman û perwerdeyê ye, pirsgirêk pirsgirêka wan a li ser axa xwe wek mirovan jiyan e."
- "Her çiqas maseya aştiyê welgeriya be jî sererastkirina wê di destê me de ye"
Demirtaş got ku piştî ku we dilê kurdan şikestand hûn bibin desthilat tu qîmeta vê tune û wiha dewam kir: "Her çiqas maseya aştiyê welgeriya be jî sererastkirina wê di destê me de ye. Her yek me bila ji goşeyeke wê bigre û em wê maseya aştiyê rast bikin. Yên ku divê li ser maseyê rûnên bila rûnên û vê mijarê biaxivin. Çiqas axaftin ne girîng e, em biaxivin, lê em destûrê nedin pevçûnê. Hewce bike em salekî biaxivin, lê em destûrê nedin ku bila kesek bimre. Axaftin ne tiştekî ku mirov jê şerm bike ye. Pirsgirêkan bi muzakereyê ve çareserkirin ne eyb e. Banga aştiyê ji ber tirsonekbûnê nîne. Di rewşên wiha de yên ku nabêjin aştî û muzakere tirsonek in. Kîjan şer bi aştiyê çareser nebûye.