12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 13 Mijdar 2017
ANKARA
Di operasyona TSKê ya ku li herêma Bestler Derelera Şirnexê û Artûkluya navçeya Mêrdînê hat kirin da 4 mensûbên PKKa rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Der barê operasyonan de li ser malpera Sererkaniyê daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyona esmanî ya ku li herêma Bestler Derelera Şirnexê hat kirin de 2 endamên rêxistina terorê hatin berteref kirin. Di operasyonê de çekeke tanksavar, hawaneke 81 mîlîmetre, 2 tivingên M-16, 4 tivingên keleş, 3 tivingên nîşangir û 3 teqemeniyên ku bidest hatine çêkirin û gelek melzemeyên xwarinê hatin bidestxistin.
Li Artûkluya navçeya Mêrdînê jî di navbera hêzên ewlehiyê û komekê terorîstan de pevçûn derket. Di encama pevçûnan de 2 terorîst hatin berteref kirin. Di encama pevçûnê de bomebeyek destî, 148 kîlo teqemeniya lastîk, tivingeke keleş û 56 fîşek hatin bidestxistin.
Di operasyona Lîcaeya navçeya Diyarbekirê de jî tivingeke M-16 û 130 fîşekên wê, keleşek û 97 fîşek, 2 demançe, 4 mihîmatên roketavêjê û hin melzemeyên xwarinê hatin bidestxistin.