Sevim Hatun
15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 16 Hezîran 2017
ANKARA
"Meşa Edaletê" ya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu dest pê kir.
Kiliçdaroglu, piştî ku Parlementerê CHPê yê Stenbolê Enîs Berberoglu di doza der barê sekinandina tirên MÎTê de hat girtin, biryara meşê da û li ser biryarê hat Guvenparkê.
Kiliçdaroglu li vir beriya meşê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew naxwazin li welêt rojnameger û parlementer di girtîgehan de bin û wiha dewam kir: "Eleqeya vê meşê bi partiyekê siyasî re tuneye. Ev meşeke pîroz e. Ev meş, meşa ji bo edaletê ye. Ew kesên ku edaletê dixwazin mecbûr in piştevaniya vê meşê bikin."