02 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
VAN
Li Wanê peywirdarên dîn êrîşên terorê yên ku van rojên dawîn diqewimin şermezar kirin.
Miftiyê Bajêr Nîmetullah Arvas daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku her wekî dixwazin ku welêt dagîr bikin û hewl tê dayîn ku agirê fitneyê bê vêxistin.
Arvas got ku gelê tirk dijî xirabiyan bû yek, li welêt, gel û alaya xwe xwedî derket û diyar kir ku "civak ji bo xirabiyan kilîd, ji bo başiyan mifte ye".
Arvas qal kir ku gek haj bi lîstikên ku tên lîstin heye û wiha axivî:
"Welatê me warê şehîdan e. Ji ber wê gotinên wekî 'Ev axa warê enbiyayan, ev dera birca şehîdan' hatine gotin. Em ji Xwedê dixwazin ku gelê me dijî her cure tearûzê bê mihafezekirin. Teror tevgerên neînsanî û neexlaqî yên wan kesan e ku bi temamî mebestên xirab ava dikin, aramiyê xira dikin, dixwazin ku atmosfera ewlehiyê ji holê rakin. Teror ne tenê ji bo kesekî yan jî herêmekî ji bo hemû mirovahiyê xetere ye. Ji ber wê jî her cure teror melûn e, misteheqê lanetê ye."
"Ji bo yekîtiyê divê em li dijî terorê bin"
Li navçeya Edremîtê Melayê Mizgefta Mehmet Emîn Akan destnîşan kir, ji bo ku ummeta îslamê perçe nebe û ji hev hez bike, divê her kes mil bide hev.
Akan diyar kir ku li Tirkiyeyê yekîtî û pêkvetî pir giring û pêwîst e û wiha dewam kir:
"Lewra ji bo ummeta îslamê ya mezin welatê me bûye hêvî. Gelê me di 15ê tîrmehê da bersîva kesên ku dixwazin tirkiyeyê perçe bikin û kesên li ser navê dîn hereket dikin, da. Gelê me bû yeklaş, îro jî wê wisa be. Di îslamê da cihê teror û tundiyê tune ye. Îslam dijî terorê ye. Em misilman mecbûr in ku bi îslamê ra bin. Navê terorê çi dibe bira bibe, ew û îslam li hev nakin. Em wek misilmanên bawermend, dîn û nijada me çi dibe bira bibe, divê em yekîtîiyê pêk bînin û li dijî terorê bin."
"Wê nikaribin hizûra me xerabikin"
Meleyê Mizgefta Yenî Norşînê Kasim Îlbay diyar kir ku kesên dixwazin hizûra herêmê xerabikin û herêmê berîhev bidin bi piştgiriya hêzên derveyî tevdigerin û xeberdana xwe wiha domand: "Eqlê selîm, yekîtî û bihevretiya gel wê terorê berteref bike. Haya gel ji bûyerên diqewimin heye. Wê bi saya yekîtî û bihevratiya gelê me nikaribin hizûrê xerabikin. Dînê me her cureyê terorê lenet kiriye. Ji kê derê dibe bila be teror ji kê derê bê em lenete li terorê dikin."
"Ne yek bi hezaran ewladê min hebin ezê qurbana vî welatî bikim"
Birsen Agara ku li qûrsê dersa Quranê dide jî êrîşên terorî yên ku di demên dawîn da diqewimin şermezar kir û got: "Ne yek bi hezaran ewladê min hebin ezê qurbana vî welatî bikim. Xêrnexwazên ku dixwazin Tirkiyeyê berî hevbidin wê negihîjin armanca xwe. Heta ku ev yekîtî û bihevratî hebe wê nikaribin hizûra Tirkiyeyê xerabikin."
Buşra Duzleya ku li qursa Qûranê ya Tûşbayê ders dide jî destnîşan kir ku Tirkiye tu car mezlûman bi tenê nahêle û alîkariya dike ji ber vê jî him li hundir û him jî li derveyê welêt xêrnexwazên wê hene.