Önder Beyter
21 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê ji bo mamosteyên ku li navçeyê dixebitin, şevbuhêrk hat lidarxistin.
Bi destê Navenda Çandê ya Şaredariyê şevbuhêrkek hat lidarxistin û herwiha mamosteyên ku li navçeyê peywirê dikin, hatin vexwendin.
Mamosteyên ku beşdarî bernameya li Navenda Çandê bûn, beşdariya stranên şevê kirin û wextê xwe xweş derbas kirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî Senar Yuce ku di bernameya şevbuhêrka da qise kir, spasiya Şaredariya Şamdînliyê kir ku çalakiyeke wihareng li dar xist û wiha got, "Mamosteyên ku li navçeyê peywirê dikin, qet nebe piçekî hêsa bûn. Li navçeya me derfetên aktîvîteyên sosyal kêm in. Herçiqas kêm be jî, bernameyên bi vî rengî ji bo mamosteyên me gelekî baş e."