İbrahim Atmaca
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
MUŞ
Li Mûşê rêyên ku ji ber berf û bagerê hatin girtin, hatin vekirin.
Li bajêr demeke ber dibare û bager radibe. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr, li texma Uçevler û Çavuştepeyê rêya 9 gund û 22 mezreyên ku berf û bagerê girtibû vekir.
Piştî xebatan rê cardin hatin vekirin.
Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Mehmet Şah Şenturk daxuyanî da rojanemegeran û diyar kir, ji ber ku berf pir zêde barî, ekîban xebatên xwe bi zor û zehmet pêk anîn.
Şenturk got ku li giştiyê bajêr rêyên girtî nemane û wiha dewam kir, "Ekîbên me xebatên vekirina rê didomînin. Qalindahiya berfê cî bi cî 2-3 mêtre ye û ji ber vê jî ekîb pê da dikevin. Ji ber ku raqim 2 hezar û 600 mêtre ye, rê were vekirin jî di bagerekê da cardin tê girtin. Dîsa jî em hewl didin ku rêyan vekirî bihêlin."