27 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku di operasyona li Qendîla herêma li bakurê Iraqê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 22yê adarê da ji hewayê kiribû da 41 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da wiha hat gotin: "Hat tesbîtkirin ku li Qendîla herêma li bakurê Iraqê hin endamên rêxistina terorê xwe amade dikin ku êrîşî yekîneyên me bikin û li ser vê me di 22yê adarê da ji hewayê operasyon bir ser wan û di encama operasyonê da hat tesbîtkirin ku 41 terorîst hatine berterefkirin."