16 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2016
MARDÎN
Li Mêrdînê di operasyona li hember rêxistina terorê PKKê de 11 terorîst hatin girtin.
Walîtiyê daxuyand ku Fermandariya Cendirmeyan a Wilayetê û Midûriyeta Ewlehiya Wilayetê operasyoneke hevkar kirin. Di operasyonê de 11 endamên rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Di operasyonê de çekeke lûledirêj, 4 tivingên nêçîrê yên bêruxset, 130 fîşeng, demançeyeke qalik vala, 2 laptop, 2 komputerên tablet, dokumanên rêxistinî hatin girtin.
Hat gotin ku li hember rêxistina terorê têkoşînê bibiryar dewam bike.