25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2017
GAZÎANTEP
Di operasyona hişbirê ya li Gazîentabê da 3 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Tekoşîna Dijî Hişbirê ya Midûriyeta Ewlehiyê, li taxa Hasircioglûya navçeya Şehîtkamîl, operasyon bir ser 8 navîşanên berê hatibûn diyarkirin.
Piştî ku ekîbên Şaxa Hêza Çevîk dora taxê girt, operasyon hat lidarxistin.
Di lêgerînan da 5 kîlogram esrar, demançe, diving, kêr û gelek gûle hatin qefaltin. Her wiha 3 gumanbar hatin binçavkirin û sewqî ewlehiyê hatin kirin.