07 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
ÇANAKKALE
Li Çanakkaleyê ji ber lêpîrsîna hewldana Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) 23 kesên ku di saziyên kamuyê de wezîfedar bûn, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan di navnîşana 35 kesên ku der barê wan de biryara binçavkirinê hebû de operasyon hatin kirin. Di operasyonan de 23 şikbar hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku der barê 12 kesan de jî lêgerîn heye.
Piştî binçavkirinê polêsan şikbar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çanakkaleyê û kontrola wan a tenduristiyê hat kirin. Dû re şikbar birin ewlehiyê.