07 Tebax 2016•Rojanekirin: 07 Tebax 2016
ÎSTANBUL
Ji ber ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Serokê Giştî CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî cara ewil bi hev ra beşdarî mitîngê dibin. Ji bo mitîngê welatî ji niha va qad tije kirin.
Welatiyên ku biçin qada mitîngê, wê ji deriyê kontrolê ku ji 165 dedektorên metal pêk tên derbas bibin, şawqe û alayên xwe hildin û wê bikevin qada mitîngê.

Li rast û çepê dikê ji bo her yekî sê hezar kesan podyum hat çêkirin. Piraniya protokolê ji bo malbatên şehîd û xaziyan hat veqetandin.
15 hezar polês wezîfedar in
15 hezar polêsên Midûriya Emniyeta Stenbolê bi piştgiriya Walîtiya Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê wê di "Mitînga Demokrasî û Şehîdan" da wezîfê bikin.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Emniyeta Stenbolê hat dayîn, li der û dora mitîngê û li ser behrê û ji hewa va jî 2 helîkoptêr wê tevdîrê hildin.