10 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2017
BURSA
Di qezaya li ser otobana Gebze-Orhangazî-Îzmîrê ya li nêzî gîşeyên Karsakê de 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan koma ji 91 xwendekarên keçik û 3 mamosteyan pêk tê, bi organîzasyona Wezareta Karên Diyanetê ji bo gera Bursayê birêket.
Kom ji Diyarbekirê bi balafirê hat balafirgeha Sabîha Gokçenê û ji vir bi otobêsan ber bi Bursayê ve birêket.
Di rê de hin xwendekaran li ser otobana Gebze-Orhangazî-Îzmîrê li nêzî gîşeyên Karsakê gotin ku dilê me li hev dikeve, li ser vê otobês li kêleka rê sekinî.
Dema xwendakaran li kêleka rê bêhna xwe didan wesayîta tîcarî ya Sedrettîn Eroy diajot û pileqeya wê 16 JDL 86 e, li xwendekarên qelibî û qelibî şerempolê.
Di qezayê da Edanûr Yildiz (13) û Semanûr Tekînhatûn (13) li cihê qezayê mirin. Eroy, ajokarê otobêsê Hakan Taşpinar, Kaan Selvî, mamosteyek û 12 xwendekar jî birîndar bûn.
Pîştî qezayê gelek ambûlans hatin cihê bûyerê. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxneyên Orhangazî,Gemlîk û Bûrsayê.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo ajokarê wesayîta tîcarî Eroy, ajokarên otobêsê Taşpinar û Selvî biryara binçavkirinê hat dayîn.