17 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ÎZMİR
Li Bornovaya navçeya navend a Îzmirê di şerê ku ji ber rê nedayînê derket da 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hat hildan li otogara Îzmirê Tekîn Batan (48) û Murat Sogut (30) ji ber rênedayînê pevçûn û piştî demekê lihevxistin.
Nas û dostên herduyan jî tevlî bûyerê bûn û bi kêr û demançeyan li hev xistin. Di şer da gule li Tekin Batan, kurê wî Mehmet Emir Batan (19) û braziyê wî Hasip Batan (41) ket û ew birîndar bûn. Kêr li Adem Ozkaya (27) xistin, Murat Soğut (30) û Halîl Ozkaya (20) jî ji ber kutanê birîndar bûn.
Li ser giliyê welatiyan hêzên ewlehiyê û ekîbên tendûristiyê hatin cihê bûyerê û birîndar sewqî nexweşxaneyan kirin.
Di şer da Tekîn Batan û Hasîp Batanê ku gule li wan ketibû mirin û rewşa Mehmet Emîn Batan jî girane.
Polêsan Halîl Ozkaya û Murat Soğutê ku birîna pir kur nebû jî binçavkir.
Lêpirsîna der barê bûyerê da dewam dike.