19 Adar 2017•Rojanekirin: 19 Adar 2017
BÎNGOL
Li navçeya Gencê ya Bîngolê ji ber operasyona dijî rêxistina terorî PKKyê li gundekî û 2 taxan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, li navçeya Gencê li devera çiyayî ya li başûrê navçeyê û li herêma ku di navbera gundê Saggoze û taxa Honkunus û Yenîçeyê dimîne da ji bo kuştina mensûb û hevkarên rêxistina terorî, jinavbirina stargeh, şikeft, depo û çeperên dijefirokeyan, dê operasyon bê lidarxistin.
Li herêma navborî ya ku wê lê operasyon were lidarxistin, ji bo ewlekariya can û malê gel ji 19ê adarê saet 06.00an şûnda qedexeya derketina derva hat ragihandin.
Herwiha hat diyarkirin ku ji bo ewlekariya can û malê xwe welatî divê rîayetî qedexeyê bikin.