Önder Beyter
17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 18 Hezîran 2018
NEVŞEHIR
Li herêma Kapadokya ku navendeke girîng a tûrîzma Tirkiyeyê ye, îsal ji bo cara çaremîn Festîvala Cappadoxê bi rê va diçe ku di çarçoveya festîvalê da çendîn çalakiyên cuda tên lidarxistin.

Di çarçoveya festîvalê da li bajarokên Goreme, Uçhîsar û Ortahîsarê li ciyên cuda cuda çalakiyên wekî muzîk, hunera hemdem û gastronomiyê tên lidarxistin. Herwiha di vê çarçoveyê da hin kevirên cinan jî bi teknolojiya 3D Mapping hatin rengînkirin ku dîmeneke cuda û newaze derket holê.

Herwiha di çarçoveya çalakiyên Cappadox da hunermend Ahmet Aslan li bajarokê Uçhîsarê êvarê konserek da û li bajarokê Goremeyê jî koma rîtmê Islandman nimayişek kir.

Festîvala ku wê sibê bi meşa xwezayê û çend çalakiyên din va dewam bike, dê di 18ê hezîranê da bi dawî bibe.