17 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Parlementerê AK Partiyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizê ku birayê wî di êrîşa li Sirûcê qewimî da hat kuştin got: "Kesê li hundirê dikanê li ber kasê rûdinişt bi çek bûye, yê li ber derî bi çek bûye. Kesê li hundir tê ji piştê va û ji pêş va li birê min dixe, sê caran lê dixe êrîş dike. Tabî ez di wê navberê da derdiketim. Gule li dilê birayekî min dikeve. Birayên min ên din birîndar in, biraziyekî min jî birîndar e û rewşa wî xedar e û hê jî di beşa nexweşiyên giran da ye. Yanî ev tiştekî wisa bû ku qet nedihat payîn."
Parlementer Yildizê ku li navçeyê şîna birayê xwe hiltîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tevlî Serokê Navçeya Sirûcê yê AK Partiyê Naîf Bulbul ew roja erefê çûn serdana esnafên navçeyê.
Yildiz ji bo dikana ku lê êrîş qewimî got: "Serokê me yê navçeyê, ez û biraziyekî min jî ji bo wêne bikişîne, em ketin hundir û me got eyda we pîroz be. Sekinî li me nihêrt û got 'Çi karê we li vir heye, hûn nizanin ku em PKKyî ne'. Wisa nexweş xeberda. Dema wisa got min jî jê ra got 'armanceke me ya din tuneye em ji bo xizmeta welêt hewl didin.' Piçek wisa bi çêr û pêçarî xeberda û me jî got em derkevin û em derketin. Dema em derketin li ber derî yek sekinîbû û di wê navberê da yek jî li piştê sekiniye. Min silav da silav jî hilnedan. Dema em derketin derva bi dar li biraziyê min xistin. Dema lê xistin me jî got tişt nabe û ji bo derketinê me dewam kir. Li derva birê min ew hebûn. Wan jî got tiştek nabe em derkevin. Kesê li hundirê dikanê li ber kasê rûdinişt bi çek bûye, yê li ber derî bi çek bûye. Kesê li hundir tê ji piştê va û ji pêş va li birê min dixe, sê caran lê dixe êrîş dike. Tabî ez di wê navberê da derdiketim. Gule li dilê birayekî min dikeve. Birayên min ên din birîndar in, biraziyekî min jî birîndar e û rewşa wî xedar e û hê jî di beşa nexweşiyên giran da ye. Yanî ev tiştekî wisa bû ku qet nedihat payîn."