Haydar Şahin
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Omer Faruk Kavurmaciyê ku di çarçoveya doza li ser karsazên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo wî bi daxwaza girtinê biryara derdestkirinê hatibû dayîn hat girtin.
Piştî temamkirina karûbarên li ewlekariyê kavurmaci anîn Qesra Edaletê ya Stenbolê ya li Çaxlayanê û biryara ji bo wî hatiye dayîn li rûyê wî hat xwendin.
Kavurmaci hat girtin û şandin girtîgehê
Dadgeha Cezayê Giran a 23yan a Stenbolê di çarçoveya doza li ser karsazên FETOyê da ji bo girtina Omer Faruk Kavurmaciyê ku ji ber tenduristiyê hatibû tehliyekirin biryara derdestkirinê dabû. Li ser vê Kavurmaci do berêvarê hatibû binçavkirin û piştî temamkirina karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê kiribûn.