ENCEMÎNE
Serokomar Recep tayyîp Erdoganê li di çarçoveya ziyareta Çadê de têkiliyên xwe berdewam dike piştî hevdîtina bi Serokomarê Çadê Îdrîs Debî re danezana hevpar weşand.
Di danezanê de hat gotin Erdogan li ser daweta Debî li Çadê ziyareta fermî kir û hat diyarkirin ku serokomarên her du welatan hevdîtinên rû bi rû û di nav heyetan de kirin û di van hevdîtinan de digel hevkariyên dualî li ser mijarên herêî û navneteweyî yên girîng sekinîn.
Di danezanê de hat gotin ku "Serokomar Debî qala girîngiya têkiliyên dualî kir, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê ziyareta dîrokî ya ku ziyareta ewil a Çadê ya Serokomarê Tirkiyeyê ye û şikranên gelê Çadê ya ji ber dostaniya ku bi vê wesîleyê nîşan da anî ziman. Her du serokomar ji ber ku di serî de teror û îxtilafa Îsraîl-Filistînê di mijarên navneteweyî de nêrînên her du welatan bi temamî ji hev digirin qala kêfxweşiya xwe kirin."
Di danezanê de dan zanîn ku heyetên her du welatan her cure terorê şermezar kirin û ji bo têkoşîna dijî terorê teahûdên xwe dubare kirin û wiha hat gotin:
"Di mijara Qudsê de heyetan nirxandin ku biryarên yekalî û dereqanûnê tên dayîn nikarin bên qebûlkirin û bêhikm in, banga çareseriya aştîxwaz a li ser bingeha vîzyona du dewletî ya ku dê di nav sînorên ewledar û naskirî de li gel hev bijîn û bi mizakereyên adil, berfireh û mayînde hat kirin, destnîşan kirin ku li herêmê di nav sînorên 1967an de avakirina Dewleteke Filistînê ya ku paytextê wê Qudsa Rojhilat e, ya serbixwe, xwedî desthilatî û yekîtiya erdnîgariyê şerta bingehîn e."
Di danezanê de hat diyarkirin ku her du serokan bal kişandin ku birêvebiriya Amerîkayê Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas kir û daxuyanî da ku dê balyozxaneya Îsraîlê bikşîne Qudsê û dibe ku rûdanên neyinî yên vê yekê ji aliyê aştî û îstiqrarê ve çêbe û dibe ku xetereya bi temamî tunekirina bingeha aştiyê derxîne û cî dan vê nirxandinê: "Pêşnûmaya biryarê ya der barê Qudsê de di 21ê kanûna pêşîn de di Lijneya Giştî ya NYyê de ji alyê 128 welatan ve hat qebûlkirinû ji ber vê yekê kêfxweş in, bi qebûlbûna pêşnûmaya navborî civaka navneteweyî nîşan da ku di mijara Qudsê de girêdayî biryarên NYê û hiqûqa navneteweyî ne."
Di danezanê de hat destnîşankirin ku heyetan bi giştî der barê qeyranên li Rojhilata Navîn de ji ber ku rewşa wê herêmê ji bo ewlehiya gerdûnî tehdîdeke mezin derdixîne holê hember rageşiyên berdest fikarên xwe anîn ziman û bangî aliyan kirin û biîtidalî tevbigerin. hat destnîşankirin ku aliyan di serî de Neteweyyên Yekbûyî (NY) bangî civaka navneteweyî kiriye ku dijî tehdîdên mezin ên ku dinya rû bi rû maye têkoşîn bidin û ji îxtilafa Îsraîl-Filistînê re çareseriyeke adil û wekhev bibînin.
Di danezanê de ev hatin gotin:
"Heyet di birêvebirin û çareseriya qeyranên ku li herêmên wan diqewimin de ji serokatiya Idrîs Debî û Recep Tayyîp Erdogan kêfxweş bûye û teahûd kirine ji bo ku dijî van qeyranan têkoşîn dibin di qadên siyasî, dîplomatîk û ewlehiyê de dualî piştgirî bidin hev.
Heyet di çarçoveya têkiliyên biratiyê yên ku xwe xwe dispê re aliyên dîrokî, çandî û civakî ya di navbera Tirkiye û Çadê de li ser qadên hevkariya cur bi cur ên ku her du welatan hev ve girê dide sekinîn û qala kêfxweşiya xwe kirin ku ev têkilî bi vekirina balyozxaneyên dualî pêş ketine."
Di danezanê de dan zanîn ku heyetên her du welatan memnûn bûn ku ji aliyê Weqfa Maarîfê ya Tirkiyeyê ve kompleksa Tirk-Çadê bê vekirin û hat diyarkirin ku di marja ziyaretê de digel şirketên çadî û karsazan Foruma Kar a Tirkiye-Çadê ya ku nêzî sedî karsazên tirk jî beşdar bû hat kirin, karsazên her du welatan li ser mijara hevkariya hevpar sekinîn.
Di danezanê de hat destnîşankirin ku di çarçveya ziyaretê de di navbera her du welatan de peymanên wekî Di Bacên ku ji ser Dahatê Tên Sitandin de Berîgirtina Bacdayîna Cot, Peymana Hevkariya di Warê Ciwanî û Werzîşê de, Protokola Hevkariya Teknikî û Pêşketinê, Peymana Der barê Teşwîqa Dualî ya Veberhênanan û Parastina Wan û Muxtireya Mutebeqata Der barê Hevkariya Qadên Arşîva Dîplomatîk hatin îmzekirin.
Di danezanê de dan zanîn ku her du serokomar di serî de çandinî, ajalvanî çand, hawirdor, maden û vejenê xwestin ku peymanên ku li serê dixebitin bên xilaskirin û ji bo vê hewldan bên zêdekirin û lêkolînên qadên hevlariyên dên ji saziyên wan hat xwestin û wiha hat gotin: "Ji ber vê lêgerînê aliyê Çadê arezûya der barê ku Tirkiye di nav du projeyên meizn ên wekî di mijara lêgerîn û xebitîna qada neftê de û Balafirgeha Cermayayê û înşeata pireya Şariyê de cî bigire hat ragihandin. Dosyeyên der barê projeyan de dê pêşkêşî aliyê tirk bê kirin."
news_share_descriptionsubscription_contact
