İbrahim Atmaca
26 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
BÎTLÎS
Serokê Giştî yê Komeleya Yekîtiya Wezîfedarên Dîn (Dîn-Bîr-Der) Muhîttîn Hamdî Yildirim û xwendekarên zanîngehê li Koyunluya gundê Motkan Qursa Qur'anê ya Mêran a Leylî a Alaiyyeyê ziyaret kirin.
Di çarçoveya Projeya Hevdîtinên Ciwaniyê ya Pireya Biratiyê ku bi destê Dîn-Bîr-Der, Komeleya Anadolu Gençlîk û Wezqfa Alimên Medreseyê hat destpêkirin da Serokê Giştî yê Dîn-Bîr-Derê Yildirim û ji Trabzon, Rîze, Gîresun û Samsunê 50 xwendekarên zanîngehê çûn Motkana navçeya Bidlîsê.
Yildirim û xwendekarên pê ra li gundê Koyunluyê Qursa Qur'anê ya Mêran a Leylî a Alaiyyeyê ziyaret kirin.
Yildirim û kesên pê ra ji aliyê berpirsê qursê Fethullah Ayte va hatin pêşwazîkirin.
Yildirim di ziyaretê da axivî û got ku biratî ne bi gotinan va bi ruh va tê tesîskirin û wiha dewam kir: "Ji bo ku ciwanên Kurd, Tirk û Ereb hevdu nas bikin pire hat avakirin. Em li Diyarbekir, Batman û Mêrdînê geriyan. Telebeyan hevdu nas kir. Em naxwazin ku hevdîtinên wiha tenê bi çend saetan va kuta bin."
Ayte jî diyar kir ku projeyên bi vî rengî ji bo hevnasiyê girîng in, bi verastkirinên ku di salên dawîn da hatin kirin va pêşiya qursên Qur'anê hatin vekirin.
Xwendekar Mustafa Kirê ku ji Gîresunê hat û xwendekarê fakulteya îlmên Îslamî ye jî got ku ji bo hevnasîna xwendekaran ev proje pir mifadar e.