28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
ANKARA
Hat tespîtkirin yek ji 2 terorîstên ku li Milazgirê hatin berterefkirin Muhammed Kaya ye ku di sala 2015an da fermandarê cendirme Serdar Arslan Kulaksiz şehîd kiriye.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî hat diyarkirin li Tatargaziya gundê Milazgira navçeya Mûşê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û di operasyonê da 2 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hat tespîtkirin yek ji 2 terorîstên ku li Milazgirê hatin berterefkirin Muhammed Kayayê bi nasnavê "Çekdar Soro" ye ku di 27ê Tîrmeha 2015an da fermandarê cendirme Serdar Arslan Kulaksiz şehîd kiriye.
Wek mayîn hat destnîşankirin terorîstê din jî Alî Akbaşê bi nasnavê "Zinar Amed" e ku qaşo berpirsiyarê Hêza Rojhilatê ya Eyaleta Erziromê ye û di kategoriya gewr da cî digirt û ji bona qefaltina wî 300 hezar lire xelat dihat dayîn.