Önder Beyter
28 Mijdar 2018•Rojanekirin: 28 Mijdar 2018
GAZÎANTEP
Li bajarên Entab, Riha û Meletiyê ji ber mij û moranê di çûn û hatinê da astengî çêbû.
Li Entabê ji ber mij û xumama ku destê sibê derket, li di çûn û hatina bo Balafirgeha Entabê astengî çêbûn.
Hat ragihandin li balafirgehê ji ber ku mesafeya dîtinê berjêrî heya 66 metreyan bû, geştên balafiran 2 saet dereng hatin kirin.
Ji aliyekî din va jî tê texmînkirin, mija ku li tevahiya bajêr bandora xwe nîşan daye, dê di nava çend saetan da ji navê biçe û pey ra jî trafîqa asîman jî dê asayî bibe.
- Meletî
Li Meletiyê mija zêde li ser jiyanê tesîreke nerênî kir.
Mij û xumama ku ji destê sibê pê va bandora wê zêde bû, nexasim li navenda bajêr û li rêbejaya Elezîz û Qeyseriyê mesafeya dîtinê kêm kir.
Mesafeya dîtinê ku li navenda bajêr berjêrî heya 100 metreyî bû, li ciyên bilind jî berjêrî heya 50 metreyî bû.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, li herêma ku Meletî, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê dihewîne, heya roja din ber destê sibehê hewa dê li Meletiyê pir ewrayî, li Elezîz, Adiyeman, Tuncelî û Bîngolê barana binavber û barana gur û bitavî be, li ciyên serdest jî dê şilope bibare.
Li herpênc parêzgehên ku tê çaverêkirin, germahî dê pir hindik mîna xwe be, ba jî wê ji milên cuda nerm û car caran jî nîveqewî rabe.
Di daxuyaniyê da herwisa hat balkişandin ku li piraniya parêzgehên navborî ji ber ku mij û bûsî dê bidome û herwiha mesafeya dîtinê dê hindike bibe, li hemberî rewşên nexweş ên muhtemel divê welatî û kesên eleqedar baldar û bitevdîr bin.
- Riha
Li Rihayê serê sibehê bi taybetî li bajêr li ciyên bilind mij û moranê bandora xwe nîşan da.
Li navçeyên Siwêreg, Hîlvan û Karakopruyê ji ber mij û xumamê mesafeya dîtinê li cih cihan berjêrî heta 100 metreyan dibe.
Li bajarê ku germahiya hewayê 11 pile hat pîvan, ekîbên trafîqê ajokaran hişyar dikin ku hay bi mesafeyê hebin û bilez nejon.