Nihat Kavşut
19 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
VAN
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em ji azadiyan tawîzan nadin, em tu carî bi paş va venagerin."
Erdogan li Meydana Beşyolê di mitînga Wanê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan destnîşan kir ku yên xwe dispêrin rêxistina terorê hemû derfet û îmkanan pêşkêşî Qendîlê kirin û wiha got: "Kesên ku xwe dispêrin rêxistina terorê çi kirin? Derfet û pereyên ku divê ji bona xizmeta we xerc bikin çi kirin? Şandin Qendîlê û teslimî rêxistinê kirin."
Erdogan destnîşan kir ku wan hemû saziyên xwe seferber kirine û bajarê Wanê cardin rakirine ser lingan û got ku me tenê ji bona erdhejê 16 katrîlyon xerc kir.
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku wê rê nedin terorîst û kesên xwînê dirêjin û wiha peyivî: "Wan ya me ye û xelkê Wanê em in. Em li vir nahêlin terorîst, heramxur û yên ku xwîna xelkê xwe dimijin bigerin. Di vê hilbijartinê da wê Wan înşellah ji kesên ku îradeya xelkê distînin û teslimî komeke marjînalên li Stenbolê dikin xilas bibe."
Erdogan destnîşan kir ku ji bona xizmet û veberhênanê beriya her tiştî hizûr lazim e û wiha axivî: "Bi teşwîq, hîbe, alîkarî û xebatên binesaziyê çi dikeve ser milê me em dikin û em ê bikin. Ev tev girîng in, lê ji bona veberdêr bên şertek lazim e ku ew jî hizûr e. Em ê ji teror û terorîstan netirsin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan diyar kir ku CHP piştgiriyê nade şerê dijî terorê û wiha got: "We ji devê CHPyê bihîstiye ku qala şerê dijî terorê dike? We ji devê yên din bihîstiye? Derdekî wan yê ji bona şerê dijî terorê tuneye. Ev tenê derdê me ye. Dem hat PKKyê emilandin, dem hat FETOyê derxistin holê û dem hat DEAŞê şandin ser me. Hemd ji Xwedê ra tevî gelê xwe em ji heqê wan derketin."
Erdogan destnîşan kir ku wan polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê ji holê rakirine û wiha got: "Li vî welatî kîjan Kurd tenê ji ber Kurdbûna xwe tê cudakirin? Qet tu kes."
Serokomar Erdogan diyar kir ku tu wextê ji azadiyan tawîzan nadin û got ku em tu carî bi paş va venagerin.
Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku li vî welatî 81 milyon welatiyên me wekhev in û xwediyê heman heq û azadiyê ne û ji hemû xizmetên bingehîn îstifade dikin û got ku me li Tirkiyeyê zilma dewletê ji holê rakir.
Serokomar Erdogan diyar kir ku yên pişta xwe bidin qatilên destbixwîn û behsa demokrasiyê bikin, tenê şelaqên terorîstan in.
Erdogan destnîşan kir ku li vî welatî tenê tiştekî qedexe heye ku ew jî teror e û wiha axivî: "Em ê bi tu awayî destûrê nedin ku tu kes Tirkiyeyê cardin vegerîne avzêma terorê."
Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Yên ku gotina demokrasiyê ji devê xwe kêm nakin dema dikevine tengasiyê me dît ku çawa dibine faşîst, xedar û zalim. We dît ne wisa? Di firsendê da behsa heqên Kurdan kirin û ji piştê va jî tiştê nekirin nema."
Serokomar Erdogan diyar kir yên ku ketin xizmet emperylîstan û lîstika kantonan lîstin dersên xwe yek bi yek distînin û wiha dewam kir: "Me duh bi Mertalê Feratê û destpêka salê jî li Efrînê dersa yên ku zilm li xelkê Sûriyeyê kirin û xwestin korîdora terorê ava bikin da. Niha jî em li Minbicê dersa wan didin."
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan destnîşan kir ku di dîroka siyaseta xwe da ji bona meseleya terorê çareser bikin rîskeke ku kes hilnade ser xwe hildane û wiha got: "Em çiqas dilsoz bûn û me gav avêtin yên li hemberî me ewqasî gavên bêbext avetin."