23 Tebax 2016•Rojanekirin: 26 Tebax 2016
GAZÎANTEP
Waliyê Gazîentabê Alî Yerlîkaya û Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahîn çûn serdana bûk û zava Besîme û Nurettîn Akdogan ku li Gazîentabê di êrîşa terorê da birîndar bûn û li taxa Akdereyê li cem xizmên xwe dimînin.
Akdogan daxuyanî da nûçegihanan û bûyera terorê şermezar kir.
Akdogan diyar kir bila êrîşkar bên cezakirin û wiha xeberda: "Xwedê belaya wan bide. Bila ev dawî be û canê kesî neêşe. Em nizanin kî ne. Roja me ya herî xweş herimandin. Zirara me negihîştiye kesî. Bila êrîşkar bên dîtin û cezakirin. Xizmên me neman. Hemû hatin kuştin. Em hemû xwîşk û birayên hev in. Çi ji me dixwazin nizanim. Dixwazin sûcdar bên dîtin."
Akdogan li ser bûyerên ku di merasima cinazeyan da qewimîn jî wiha got: "Dixwazin gel berî hev bidin. Eleqeya wan bi me ra tuneye. Ez wan kesan şermezar dikim."