Li Diyarbekirê di 6-7ê cotmehê de di xwepêşandanên bêdestûr ên ku bi hinceta Kobanêyê hatin kirin de Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguz hatin kuştin û kesek hat birîndarkirin. Di doza der barê vê yekê de ya ku 34 bersûc jê tê darizandin de biryar hat dayîn ku ji 21 bersûcên girtî 4 kes serbest bên berdan.
Di beşa piştî nîvro ya doza li Dadgeha Cezaya Giran a 2yemîn a Enqereyê tê dîtin de ji parêzerên miştekiyan Selçûk Kar bi bîr xist ku xwestibûn ku doz di hêwaneke mezintir de bê kirin lê dadgehê ev daxwaza wan red kir.
Kar wiha axivî: "Ev biryar dijî hiqûqê ye, divê bê rucûkirin. Heke ev guncav neyê dîtin em dixwazin ku lijne destê xwe ji dosyeyê bikşîne. Heke ev yek jî neyê qebûlkirin ê daxwaza reddê hakim dikin."
Lijneya dadgehê ji bo ku daxwazê binirxîne demekî navber da rûniştinê.
Serokê Dadgehê Mûsa Yeşîl piştî navberê bi bîr xist ku avahiya edliyeya Enqereyê bi qasî 25 salî ye, hêwana Dadgeha Cezaya Giran a 12emîn a Enqereyê wek Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DED) û dadgeha xwedî rayeya taybet peywir kir. Yeşîl diyar kir ku kapasîteya hêwanê têrî 200 kesî dike û eşkere kir ku bi hinceta ji ber ku rewşeke ku dê rêbaza aleniyetê xira bike û bandorî darizandina edîl bike tune daxwazên paşvekişana lijneyê ya ji dozê û daxwaza redkirina hakim hat redkirin.
Li ser biryarê parêzerên miştekiyan ji hêwanê derketin.
- Danezana şahidê veşartî
Di rûniştinê de pişt re deng û dîmenê şahidê veşartî "Kanarya 1" guherandin û şahidê veşartî bi pergala dîtbarî îfade da.
Kanarya 1 di danezana xwe de got ku cihê bûyerê nêzî cihê ku ew wir e bû û wiha axivî: "Piraniya bersûcan li cihê ku ez wir bûm, bûn. Ez nikarim kirinên wan tam bibêjim. Gotinên wekî 'lêxin, bikujin. ÎŞÎDcî vir in' dikirin."
Kanarya 1 diyar kir nedît ku meqtûlan ji apartmanê avêtine jêr û got ku "Lê belê min dît ku kesekî kaş dikin û dibin kolana mezin. Rûyê kesên ku kas dikirin vekirî bûn. Wê demê çi didîtin digirtin destên xwe."
- Şahidê veşartî teşhîs kir
Piştî sitandina danezanê ji Kanarya 1î xwestin ku bersûcan teşhîs bike. Di dema vê miameleyê de ji nêz ve dîmenên bersûcan hatin kişandin û hem di perdeya di hêwanê de hem jî li cihê ku şahidê veşartî lê ye hat nîşandan.
Kanarya 1 bersûc Hasan Uyanik û Hasan Aldemîr teşhîs kirin û got ku "Du kes di nav qerabalixê de hebûn, rûyê wan girtî bûn. Min ji cilên ku li xwe kirin ew nas kirin."
Parêzerê bersûc pirsa "Gelo hûn dikarin ku bi berfirehî qal bikin ka we Hasan Uyanik çawa nas kir? Di nav de wext derbas bûye, hûn niha çawa teşhîs dikin?" pirsî. Kanarya 1 li ser vê pirsê wiha axivî: "Min vî hevalî di dîmenên MOBESEyê de û li cihê ku ez lê bûm, dît, li cihê ku bûyer lê qewimî. Ji ser bûyerê re salek derbas bû, hafizeya min wekî kompîterê nîne. Di nav qerebalixê de bû, diqiriya. Ji sedî zêdetir kes hebûn. Hin kes çi dibin bila bibin ji çavê wan tên naskirin."
Kanarya 1 îdia kir ku ji bersûcan Abdurrahîm Pamuk, Mehmet Şah Yuce, Mecnun Akkoyun jî di nav koma ku bûyer kirin de bûn.
- Kesên ku bersûc nebûn jî "teşhîs" kirin
Pişt re carekî din navber dan rûniştinê. Di vê navberê de têkiliya bi cihê ku şahidê veşartî lê ye re hat birîn. Bi biryara lijneya dadgehê ji bo ku fehm bikin ka danezana Kanarya 1 rast e an na du polêsên sivîl û du karmendên dadgehê jî xistin nav bersûcan. Bi vî awayî miameleya teşhîsê ya şahidê veşartî Kanarya 1 berdewam kir.
Kanarya 1 di dema teşhîsê de parast ku hin bersûc li cihê bûyerê bûn û da zanîn ku nayê bîra wî ka hin kes li cihê bûyerê bûn an na.
Lê belê di nav kesên ku şahidê veşartî îdia kir ku li cihê bûyerê bûn de polêsê sivîk û xebatkarê edliyeyê yên ku bersûc nebûn jî hebûn.
Kanarya 1 ji bo polêsê sivîl ê ku li edliyeyê peywirdar e got ku "Wir bû serokê min. Di destê wî de çov hebû. Rûyê xwe girt. Di nav kesên ku li derve bûn de bû. Ez vê kesê bi şexsî nas nakim lê min li wê cihê ku ez lê bûm ev kes dîtibû."
Lijneya dadgehê pişt re wêneyên hin kesên di dosyeyê de bi telefona destan kişand û ji dadgerê ku Kanarya 1 wir e re şand. Kanarya 1 ji telefona hakim li wêneyan nêrî û da zanîn hat bîra wî ku ji van kesan kesek li cihê bûyerê bû û yê din nehat bîra wî.
Di rûniştînê de piştî ku danezana Kanarya 1 hat sitandin parêzerên bersûcên girtî tehliyeya muwekkîlên xwe xwestin.
Dozgerê Komarê Umut Sadak bi şertê kontrola edlî tehliyeya ji bersûcên girtî Abdulvahhap Turan, Cîhan Yildiz, Sedat Çolak, Hasan Aldemîr û Ridvan Baş xwest.
Sadak diyar kir ku di nav daxuyaniyên Kanarya 1ê ku şahidê veşartî ye de nakokî hene, nikarin îtibarê daxuyaniyan bikin, ji kesên îdia dikir ku li cihê bûyerê ne kesek li leşkeriyê yê din jî li girtîgehê derket.
Piştî navbera ku hat dayîn Serokê Dadgehê Mûsa Yeşîl diyar kir biryar hat dayîn ku ji bersûcên girtî Abdulvahap Tûran, Hasan Aldemîr, Cîhan Yildiz û Ridvan Baş bi şertê kontrola edlî serbest bên berdan.
Dadgehê biryar da ku daxwaza reddê hakim a parêzerên miştekiyan ji bo nirxandinê ji Dadgeha Cezaya Giran a 3yemîn a Enqereyê re bişînin û rûniştinê paş xist.
news_share_descriptionsubscription_contact
