25 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
Li Diyarbekirê di 6-7ê Cotmeha 2014an da di xwepêşandanên bêdestûr ên ku bi hinceta bûyerên li Kobanêyê hatibûn lidarxistin da Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgoz hatibûn kuştin. Di rûniştina 2yan a doza kuştina wan ya ku tê da 21 jê girtî 34 berşik tên darizandin da parêzerên miştekiyan îdia kirin ku salon piçûk e û terk kirin.
Doza kuştina Yasîn Boru ya ku ji ber ewlekariyê neqlê Enqereyê kiribûn îro li salona Dadgeha Cezayê Giran a 12an hat dîtin.
Di destpêka dozê da parêzerê miştekî Selçuk Karsoz got, "Salon piçûk e û ji bo darizandinê misaît nîne". Karsoz diyar kir ku ji dadgehê dixwazin ku bira ev mijara bê serastkirin û ku wisa nekin ew ê salonê terk bikin.
Dozgerê Komarê Umut Sadak di miteeleya xwe da got ku îmkana guhdarkirina şahidê veşartî bi tenê li salona Dadgeha Cezayê Giran a 12an heye û xwest ku daxwaza parêzer bê redkirin.
Serokê Dadgehê Mûsa Yêşîl got ku di rûniştinê da ew ê çend şahidên veşartî jî guhdarî bikin. Yêşîl bal kişand ku sîstema guhdarkirina şahidên veşartî bi tenê li salona Dadgeha Cezayê Giran a 12an heye û ji bo vê ev salon tercîh kirin û daxwaza parêzer red kir.
Li ser vê parêzerên miştekiyan û eqrebeyên wan salon terk kirin.
- Daxuyaniya çapemeniyê
Wek mayîn parêzer û eqrebeyên Boru, Dakak, Guneş û Gokgoz beriya rûniştinê li pêşiya dadgehê daxuyanî dan çapemeniyê.
Komê tîşortên ku li ser wan resmên Boru û hevalên wî hebûn li xwe kiribû û pankarta ku li ser "Ji bo Yasîn Edalet" hatibû nivîsandin vekir.
Parêzer Murat Sadak li ser navê komê axivî û îdia kir ku lêpirsînê qurbana pêvajoya çareseriyê dikin û mehkeme darizandineke bitesîr nake.