17 Sibat 2017•Rojanekirin: 18 Sibat 2017
VAN
Di encama lêkolîna li Şaredariya Gurpinarê hat kirin da derket holê S.B.yê wek Wekîlê Midûrê Karên Malî xebitiye, ji hesabê şaredariyê 787 hezar û 859 lire şandiye hesabê xwe.
Qaymeqam Osman Dogramaciyê bi destê Wezareta Karên Navweyî wek "Wekîlê Şaredar" li ciyê Zekî Yildizê Şaredarê Gurpinarê yê DBPyê hat wezîfedarkirin, di hesabên 3 salên dawîn ên şaredariyê da lêkolîn kirin.
Di lêkolînê da derket holê S.B. ji hesabê şaredariyê 787 hezar û 859 lire şandiye hesabê xwe.
Piştî ev mijar derket S.B.yê welatiyê Holandayê ye fîrar e û ji bo qefaltina wî xebat dewam dikin.
Dogramaci der barê mijarê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir di encama lêkolînê da derket holê S.B. ji bo hesabê înternetê ji şaredar raye hildaye û ji hesabê şaredariyê pere şandiya hesabê xwe.
Dogramaci diyar kir li ser hemû hesaban lêkolîn hat kirin û wiha got: "S.B. ji hesabê şaredariyê 787 hezar û 859 lire şandiye hesabê xwe. Li ser vê me serî li dozgeriyê xist û der barê wî da biryara qefaltinê xwest."