Sevim Hatun
24 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
ANKARA
Doza Yasin Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgozê ku li Diyarbekirê di bûyerên 6-7ê cotmeha 2014an ên bi hinceta Kobanê (Eyn el-Ereb) de hatin kuştin, dewam dike. Di çarçoveya dozê de ji 41 kesên di çarçoveya doza kuştina Yasîn Boru û sê hevalên wî de dihatin darizandin jê 16 kes ji ber sûcê "bi hîsên hovî an bi pêkişandina ezîyetê kuştin" bi cezayê hepsê yê muebbetê ku 5 caran hatiye girankirin hatin cezakirin. Herwiha du kes jî cezayê hepsê yê muebbetê yê hatiye girankirin xwar.
Heyeta dadgehê, piştî guhdarkirina beyanên dawî yên mudahîl, bersûc û parêzvanan hikma ku da eşkere kir.
Li gor vê ji bersûcan 16 kes bi sûcê "bi hîsên hovî an bi kişandina ezîyetê kuştin" tevî "xirabkirina yekîtiya dewletê û ji hev du perçekirina welêt" de dihatin darizandin bi cezayê hepsê yê muebbetê ku 5 caran hatiye girankirin hatin cezakirin, du kes jî cezayê hepsê yê muebbetê yê hatiye girankirin xwar.
Dadgehê 110 sal cezayê hepsê da 6 zarokên ku bi wan sûc dan kirin.
Herwiha ji ber sûcên wekî "teşebûskirina mêrkuştinê", "îxlalkirina destnedayina malê", "propagandaya rêxistina terorê kirin" ceza hat dayin.