18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 19 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim di merasima qeynaxa ewil a korvetiya Kinaliadayê û korvetiya Burgazadayê ku cara ewil derket ser behrê da xeberda.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Dewleta bihêz bi artêşeke bihêz mimkun e. Ji ber şert û mercan divê dewleta me zehf bihêz be. Lewra em di nav çembera agir da ne û gelek gelên mezlûm li benda alîkariya me ne. Ji ber vê jî li welatê xwe tenê pêşxistina pîşesaziya parastina têrê nake, divê em ji vê zêdetir bikin. Dema çêkir jî divê em pişta xwe bidin çavkaniyên xwemalî û neteweyî."
Yildirim di merasimê da xeberdana xwe wiha dewam kir: "Bi taybetî projeya balafira herêmî, projeya balafira şer a neteweyî, projeya firokeyê, projeya çekan, tanka neteweyî û keştiya neteweyî, ev hemû ji bo parastina Tirkiyeyê gelek giring in û ji bo ewlehiyê bidin dostan û dijminan bitirsînin lazim in. Di Vê warî da em ê xebatên xwe berdewam bikin. Di 14 salan da di warê pîşesaziya parastinê da 30 milyar dolar hat xerckirin."