Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov berî Civîna Çaralî ya Sûriyeyê hatin bal hev û di navbera heyetên herdu aliyan da hevdîtin hat kirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan Çavuşoglu û hevpîşeyê wî yê Ûris Lavrov berî Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ya ku wê li Stenbolê bê kirin hatin bal hev û hevdîtinên dualî kirin û heyet hatin bal hev.
Di Civîna Çaralî ya Sûriyeyê ya ku bi pêşengiya Tirkiyeyê îro li Stenbolê tê kirin da armanca sereke xurtkirina agirbesta li Îdlibê ye û di heman demê da hewlên hevpar ên ji bo çareserkirina siyasî ya qeyrana Sûriyeyê tên dayîn jî wê di rojevê da cih bigire.