14 Tebax 2017•Rojanekirin: 15 Tebax 2017
VAN
Çalakiya ku HDPê li Diyarbekirê da destpêkirin li Wanê di Parqa Aştiyê ya Mûsa Anter da didome.
Çalakî hefteya borî li Wanê piştî komcivînê dest pê kiribû. Parlamenterê Wanê yê HDPê Nadir Yildirim daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, ji bo demokratîkbûna welêt ew ê têkoşînê bidomînin. Yildirim got ku îro li parqê piştî daxuyaniya Hevseroka Giştî ya HDPê Serpîl Kemalbayê, çalakî dê li Îzmirê dewam bike.
Tevdîrên ewlehiyê yên ku polês li der û dora Parqa Aştiyê ya Musa Anter hildaye, dewam dike.