15 Nîsan 2017•Rojanekirin: 15 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Umraniyeyê xitabî welatiyan kir.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Mixabin hin jinên mensûbên Partiya Saadetê diçin û wî zilamê ku digot evî merivî û ewladên vî gelê hanê bavêjime behrê, ziyaret dikin. Ey xwîşk û birayên min ên ji Partiya Saadetê, ma qey hûnê biketina vî halî? Hûn dibînin ji kê derê hat kê derê... Ez wisa hêvî dikim ku îro ji bo wan bibe rojeka din a muhasebeyê. Di encama vê muhasebeyê da biryara xwe ya der heqê sibê da li gor vê bidin."
Erdogan destnîşan kir yan wê çekan bikin erdê yan wê ew bikevin û yan jî vî welatî biterikînin û wiha xeberda: "Çal vedan ne wisa? Xendek vedan ne wisa? Niha jî em terorîstan dikin xendekên wan vedan. Di bîst mehan da me qederê 11 hezar terorîst berteref kirin. Em ê hê dewam bikin. Yan wê çekan bikin erdê yan wê ew bikevin û yan jî vî welatî biterikînin."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da mixalefetê rexne kir û wiha peyivî: "Mixalefet li kî derê ye? Mixalefet tuneye, ew li qehwexaneyan in. Terorîstan dişîne qehwexaneyan piştra jî ew diçin. Rabûn Okmeydaniyê semta min ya berê de ev bûyer kirin. Polêsan ew girtin. Ji wan 3 kes hatin girtin, kesek din jî hebû. Ji wan yek endamê CHPê derket. Ev bi hev ra dixebitin."
Erdogan bal kişand ser referandumê û wiha got: "Sibê emê bi hev ra reformeke wisa bikin ku bira sibe êvarê Rojava dîn bibe, qudirxanî bibe. Terorîst dîn bibin, qudirxanî bibin. Lêbelê bira ewleadên vî miletî cejnê bikin. Ez ji nikava vê eydê di dilê xwe da dijîm."
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da wiha got: "Hemd ji Xwedê ra me gelek rê xilas kir, emê hê jî gelek rêyan jî xelas bikin. Hê jî gelek febrîqeyên me yên dû jê bikişe, kuçikê wan pê keve, çerxên wan bizivirin hene. Hê jî gelek dikanên me yên tabelayê pê va bikin, kepengê wan bên vekirin, dezgehên wan bên danîn hene. Gelek axa me ya bê ajotin, bexçeyên me yên bên cotkirin û darên me yên bên danîn hene. Hê jî gelek feqîrên me yên kîlerên wan bên tijîkirin, êtîmên me yên em destê xwe bidine ser serê wan hene. Welhasil hê jî gelek xizmeta ku emê jî vî gelê hanê ra bikin heye."
Erdogan der barê guherandina pergalê da wiha got: "Em vê guherîna sîstemê ji bo ku êdî tu kes qeyd û bendan neavêje piyê me dixwazin. Em vê sîstemê ji bo şexsê xwe naxwazin. Ma tu garantiya me heye ku emê heta 16 nîsanê sax bimînin? Ma em dikarin bibêjin heta 2019an em ê sax bimînin?"