Abdullah Tel
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Yildirim "(Riza Sarraf) Înşeallah ji vê xeletiya ku di nav da ye vegere. Jixwe ew bi xwe dibêje ji girtîgehê rêya derketinê ya herî hêsan 'firotin' e. 'Difiroşim...' Heke kiryar hebe. Ez li vê derê bi eşkere dibêjim ev ji hiqûqê derketiye û bi tevahî bûye dozeke siyasî. Armanc ew e ku Tirkiye û aboriya wê bixin nav tengasiyê û zorê bidinê."
"Koma bêbextan (FETO) midaxilî dozeke li Amerîkayê dibe û li ser navê Tirkiyeyê dijî Recep Tayyîp Erdogan ji bona avakirina hişmendiyekê bi hemû hêza xwe hewl dide. Serê me bilind e û rêya me ronî ye. Tu wextê me di nav karekî ku zirarê dide menfeeta Tirkiyeyê da cî negirtiye û tu wextê jî em cî nagirin. Divê her kes vê bizanibe."
"Ez li vê derê careke din dibêjim. Ey Kiliçdaroglu, di turikê te da çi heye bi rihetî birêje meydanê. Bi dek û dolab tevnegere û nebêje dewama wê sibê. Kar û xebata te ew e ku tu ji dumena rêxistinên terorê diaxivî. Tu bi ber bayê FETOyiyan ketî û diçî. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê da tu yê wekî îznatçiyekî xwedîtecrube cihê xwe bigirî."
"(Kemal Kiliçdaroglu) Te partiya Gazî Mistefa Kemal Ataturkê avakarê Komarê kir wek baxçeyê paşîn ê hêzên mêtînger."