Bi mişmişên Meletiyê devê dinyayê xweş bû
Li Meletiyê îsal di navbera rêbendan û mijdarê da ji 110 welatan ra 42 hezar û 377 ton mişmiş hat îxrackirin
Malatya
MALATYA
Meletiya ku ji sedî 85ê pêdiviya dinyayê ya qaxên mişmişan pêk tîne, îsal di navbera rêbendan û mijdarê da 42 hezar û 377 ton mişmiş firote 110 welatan.
Mişmişên Meletiya ku nêzî 8 milyon darên mişmişê lê heye, îsal jî devê dinyayê xweş kir.
Mişmiş herî zêde ji Amerîka, Fransa, Almanya, Brezîlya û Brîtanyayê ra tê îxrackirin. Îsal ji Gravên Maldîvê ra 10, ji Tanzanyayê ra jî 100 kîlo mişmiş hatiye îxrackirin.
10 welatên ku herî zêde mişmişan dikirin ev in:
Welat | Mêjer (Ton) | Biha (Dolar) |
Amerîka | 4.820,968 | 13.836.870 |
Fransa | 3.373,103 | 10.788.615 |
Almanya | 3.132,052 | 9.990.603 |
Brezîlya | 2.529,558 | 7.142.262 |
Brîtanya | 2,188,209 | 5.691.883 |
Polonya | 1.686,256 | 4.217.731 |
Rûsya | 2.211,572 | 4.028.060 |
Hollanda | 1.159,640 | 3.242.984 |
Ukrayna | 2.161.582 | 2.023.444 |
Rûsyaya Spî | 1.665,257 | 1.163.859 |
Îsal di navbera rêbendan û mijdarê da ji 110 welatan ra 42 hezar û 377 ton mişmiş hat îxrackirin û jê 109 milyon û 381 hezar û 760 dolar dahat hat.