22 Îlon 2016•Rojanekirin: 23 Îlon 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Serokwezîriyê ya li Hewlêrê bi Wezîrê Parastinê ya Îngilistanê Michael Fallon û lijneya pê ra hat bal hev.
Li gor daxuyaniya ofîsa Barzanî, di hevdîtinê da li ser têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê, operasyona rizgarkirina Mûsilê û rewşa pêşmergeyan xeberdan.
Barzanî ji ber alîkariya didin pêşmergeyan û serdanê sipasiya mêvanan kir û got ku bila Îngilistan piştî DAEŞê di amadekirina plana Mûsilê, parastina nijad û baweriyên li herêmê û diyalog û pêwendiyên di nav terefan da rola xwe bilîze.
Barzanî got ku bi piştevaniya hêzên koalîsyona navneteweyî va ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAEŞê hin civînên ku ji Bexda û Hewlêrê rayedarên payebilind ên eskerî beşdar bûn hatin kirin.
Barzanî destnîşan kir ku digel alîkariyên mirovahî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi destpêkirina operasyonê va wê gelek kes ber bi HKIyê va koç bikin û wiha pê da çû: "Civaka navneteweyî divê hay ji vê hebe û ji bo alîkariyên mirovahî divê zêdetir gav bên avêtin."
Hat ragihandin ku heyeta mêvan ji bo operasyona rizgarkirina Mûsila destê DAEŞê da ye piştevaniyê dide hêzên pêşmerge, hikûmeta navendî ya Iraqê û hêzên koalîsyona navneteweyî dikare roleke girîng hilde ser xwe.
Hat destnîşankirin ku Îngiltere wê alîkariyên eskerî û perwerdeyên dide pêşmerge wê bidomîne û di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Parastina Îngiltereyê da piştevaniyeke xurt heye.
Heyeta îngilîz ji bo koçên ku ji ber operasyona Mûsilê biqewimin wê alîkariyên hewce dikin bike lewra hat gotin ku ji bo vê soz hat dayîn.
Wezîrê Parastinê yê Îngiltereyê Fallon duh li Bexdayê bi Serokê Sererkaniya Iraqê Osman Ganîm ra hevdîtin kiribû.