26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Di lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve tê meşandin de Alîkara Serokê Giştî ya HDPê Aysel Tugluk hatibû binçavkirin. Di heman lêpirsînê de 5 kesên din jî hatin girtin.
Li gor agahiyê, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Aysel Tugluka Alîkara Serokê Giştî ya HDPê û 6 kesên din de ji ber endamtiya rêxistina terorê PKK/KCKê lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozgeriyê ji ber sûcê "rêvebirtiya rêxistina terorê ya biçek" û "endamtiya rêxistina terorêya biçek" ji bo wan biryara girtinê da.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Teoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya bajêr bi operasyonê ve 5 kes binçav kirin.
Kar û barên şikbaran li ewlehiyê dewam dike.
Hat ragihandin ku Tugluka ku ji hêla Tîmên Midûriyeta Şaxa Teoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê va hatibû binçavkirin wê bişînin Diyarbekirê.
Ji hêla din li navçeya Yenîşehirê jî polêsan di avahiyê Kongreya Civaka Demokratîk de lêgerîn kir.