Sevim Hatun
02 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
DİYARBAKIR
Cûmalî Atîllayê Qaymeqamê Etîmesgûtê yê bi Biryarnemaya di Hikmê Qanûnê (BHQ) da li Şaredariya Mezin a Diyarbekirê hat wezîfedarkirin, li Sûra navçeya navendê ya Diyarbekirê bi welatiyan re hat bal hev.
Piştî Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak tevî Firat Anliyê Nûnerê Meclisa DBPyê hat girtin, Wezareta Karên Navxweyî bi BHQê li Şaredariya Mezin Atîlla wezîfedar kir. Atîllayê ku hat wezîfedarkirin îro dest bi wezîfeyê kir, li navçeya Sûrê lêkolîn kir.
Atîllayê ku bi welatiyan re hat bal hev, bi hinan re bi kurmancî xeberda. Atîlla bi wendekaran re jî eleqedar bû, welatiyan eleqe nîşan da û got wezîfeya te bi xêr be.