22 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Akçakaleya navçeya Rihayê ya li hemberî wê jî Tel Ebyad a ser Sûriyeyê heye ji ber îhtîmala operasyona eskerî ya ber bi rojhilatê Çemê Feratê va balê dikşîne.
Navçeya Akçakaleyê bi cîranê xwe yê li hember ra xwedî heman navî ye û 7 sal e ku ji bo malbatên Sûriyeyî yên wir hatine ra mazûvaniyê dike. Welatiyên Sûriyeyî jî dixwazin ku bila Tirkiye êdî dawî li êş û kesera wan bîne.
Niha nêzî 100 hezar welatiyên ji Sûriyeyê ku li Tel Ebyada navçeya Reqayê rûdiniştin û ji ber şer û pevçûnên navxweyî derketin û hatine Akçakaleya li hemberî mal û milkên wan e.
Akçakale ne îro bi sedan sal e ku ji hêla mazûvaniyê va xwedî merîfet e û gelek nas, dost û xizmên şêniyên navçeyê li alî wî alî ne. Cihê ku herêma Akçakaleyê lê ye li aliyê Tirkiyeyê jê ra bi Tirkî dibêjin Akçakale û li alî Sûriyeyê jî bi Erebî dibêjin Tel Ebyad. Dema sînor tunebe herdu alî jî bi du zimanan ji bo hev bi heman navî tên zanîn.
Şîn û şahiya ku li aliyekî diqewime ji hêla aliyê din va bi hêsanî tê dîtin û çûn û hatina di navbera welatiyên herdu welatan da jî heta îro qet qut nebûye.
- "Ev herêm tijî nas û dost in"
Şaredarê Akçakaleyê Abdulhakîm Ayhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji roja şer û pevçûnên navxweyî li Sûriyeyê dest pê kir heta îro bi qasî milyonek koçber ji ser axa Akçakaleyê derbas bûn û wiha pê da çû: "Kesên dixwestin derbasî Ewropayê û yan jî cihekî din bibin teqez ji ser Akçakaleyê derbas bûne. Niha jî bi qasî 100 hezar welatiyên Sûriyeyî yên teqabûlî jimara nifûsê navçeyê dike li vê derê dijîn. Herkes dizane ku nêzî sed sal berê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê da xêzeke çêkirî hatiye kişandin. Birayek li vî alî û yê din jî li wî aliyî ma. Navê aliyê wir jî yê vî aliyî jî heman e. Navê Akçakaleyê di Erebî da Tel Ebyad e û Tel Ebyad jî bi Tirkî Akçakale ye. Herdu alî ji hêla demografiyê va jî yek in û ji sedî 85ê nifûsê wî aliyî Ereb e û ji sedî 85ê vî alî jî ji Ereban pêk tê. Ji hêla din va çawa ku ji sedî 90ê alî Kobaniyê (Eynel Ereb) Kurd e bi heman awayî ji sedî 90ê alî Sirûcê jî Kurd e. Seranserê sînorê di navbera herdu aliyan da nas, dost û xizmên hev li vî aliyî û wî aliyê sînor rûdinên. Beriya şer dema şînek li wir hebûya milet ji vir diçû. Yanî rojên baş û xerab da herdu aliyan hevdu bi tenê nedihîştin."
Şêniyên Akçkaleyê ji welatiyên Sûriyeyê razî ne û yên Sûriyeyê jî ji mazûvanên xwe razî ne lê Sûriyeyî dixwazin ku welatê wan demildest ji terorê bê paqijkirin, şer û pevçûn biqede û ew jî bi dil rihetî vegerin ser mal û milkên xwe.
Wekî berê dîsa herin şîn û şahiyên hev û bên û nas û dostaniya xwe bi kêfxweşî bidomînin.