06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
DIYARBAKIR
Şaredarê Kayapinara navend a DBPyê Mehmet Alî Aydin û Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu di operasyona li hember terorê de hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan Tîmên Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Wîlayetê di çarçoveya lêpirsîna terorê ya Serdozgeriya Komara Diyarbekirê da operasyon kirin.
Şaredarê Kayapinara navend a DBPyê Mehmet Alî Aydin û Şaredarê Yenîşehîrê Selîm Kurbanoglu yên ku ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê", "propagandaya terorê kirin" der barê wan de biryara girtinê hebû li malên wan hatin binçavkirin.
Kar û barên Aydin û Kurbanoglu yên li ewlehiyê dewam dikin.
Tîmên polêsan li herdu avahiyên şaredariyê lêgerînê dikin.