Walîtiya Diyarbekirê der heqê êrîşa terorî da daxuyanî da û diyar kir ku 5 jê polês 7 kes şehît ketin, 45 kes jî birîndar bûn.
15 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
Diyarbakir
DİYARBAKIR
Walîtiya Diyarbekirê der heqê êrîşa terorî da daxuyanî da û diyar kir ku 5 polês şehît ketin, zarokek û welatiyek mirin, 45 kes jî birîndar bûn.
Walîtiyê ragihand ku endamên PKKya rêxistina terorê bi wesayîta bombebarkirî va di saet 13.10î da êrîş bir ser Amirtiya Îstasyona Teftîşa Trafîka Herêmî ya ser rêya Diyarbekir-Batmanê ku him wesayîtên taybet û him jî yên rêwîtiyê pir bikartînin.
Di daxuyaniyê da hat îfadekirin ku nabêjin ev sivîl û zarok in êrîşan li dar dixin. Xwedê rehma xwe li polêsên me yên ku di êrîşê da şehîd ketin û welatiyên ku mirin bike, bila serê malbatên şehîdên me sax be. Xwedê şîfayê bide birîndaran.
Eqrebayên kesên di êrîşa ku PKKya rêxistina terorê bi wesayita bombebarkirî li dar xist da mirin, li dijî PKKya rêxistina terorê bertek nîşan dan.
Hasan Doganê ji xizmên kesên di êrîşê da birîndar bûn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku di demên dawî da êrîşên terorê zêde bûn, ev jî lîstikên li ser welatê me têne lîstin nîşan dide.
Dogan li hemberî êrîşên rêxistina terorê nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got: "Ev kirinên kirêt ne bi kêrî kurdan ne jî bi kêrî tirkan tên. Ne dibêjin ev jin e ev zarok e êrîşan li dar dixin. Tekane armanca vana ew e ku li welêt ragêşiyê çêkin. Em ê destûrê nedine van lîstikên kirêt."
Dogan got hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê ya FETO hat berterefkirin, ji ber vê yekê jî niha PKKya rêxistina terorê dest bi êrîşan kir û wiha dewam kir:
"Her roj bombeyan biteqînin, her roj heval û hogirên me bimirin jî ne Kurd ne jî Tirk wê destûrê nedine wan. Em jî ji wan ra dibêjine êdî bes e. Çawa ku em di 15ê tîrmehê da daketin kolanan, em dikarin li hemberî van êrîşên terorê jî dakevin. Hêz û îradeya me heye. Bi taybetî saziyên civakî yên sivîl dibê bangî gel bikin da ku hemû li hemberî êrîşên terorê dakevin kolanan."
Ayetullah Karadenîzê birayê Erdem Çetinerê ku di êrîşê da birindar bû got ku êrîşên terorê herî zêde li sivîlan bandorê dikin û li hemberî terorê nerazîbûna xwe anî ziman.
Xalê Muhammed Buyumê birîndar Selîm Duzgun got ku PKK nabêje ev zarok e ev kal e ev pîr e qetliyamê dike.
Ji xizmên birîndaran Mehmet Çetîner jî got ku rêxistinên terorê bûne yek û li dijî gel êrîşan li dar dixin û wiha xeberda: "PKK, FETO wekî hev in. Bes e êdî, ma heta kengî wê ev zilm dewam bike. Dev ji miletê berdin evana mensûbên xwe jî dikujin. Ya ku evana dike cihû jî nakin. Ez ji vir bang li wan însanên çûne dikim. Vegerin, dev ji wan berdin, rêya ku ew pê va diçin şaş e, xelet e."