22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
VAN
Li Başkaleya navçeya Wanê di dema derbasbûna konvoya eskerî de teqemeniya bidestçêkirî ya ku ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê ve berê di rê de hatibû bi cih kirin, hat teqandin û 13 esker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan di saet dora 23.30yî de li texma Çamlika ser rêya Başkale Hekariyê teqemeniya ku ji hêla terorîstan ve li ser rê hatibû bi cih kirin, di dema derbasbûna eskeran de ji dûr ve hat înfilaqkirin.
Ji ber tesîra teqemeniyê wesayita bi zirx a eskeran qelibî û 13 esker birîndar bûn.
Eskerên birîndar bi ambûlansên ku hatin cihê bûyerê ve sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê kirin û piştî mudaxaleya ewil bi helîkopteran ve rakiririn Navenda Tipê ya Dursun Odabaşiya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Li herêmê ji bo girtina terorîstan operasyon dest pê kir.