İbrahim Atmaca
17 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
ANKARA
Piştî ku herêmên ser herdu aliyên sînorê Sûriye û Iraqê ji destê DEAŞa rêxistina terorê derket û ket destê rejima Beşşar Esed û Heşda Şebiya ku Îran piştgiriyê didê, li vê guzergahê çûyîn û hatina eskerî zêde bû. Îranê ji korîdora ku li ser Iraqê ra derbas dibe û digihêje Behra Spî ra sewqiyata xwe ya ewil kir.
DEAŞa rêxistina terorê meha çûyî li Sûriyeyê Bûkemala bajarê dawîn ê ku di dêst da bû ji hêzên rejimê ra hişt. Rejim û hêzên terorîst ên biyanî yên ku piştgirê rejimê ne, li ser hidûdê Sûriye û Iraqê kontrola qadeke mezin bi dest xist.
Herêmên Iraqê yên li ser hidûdê Sûriyeyê jî ji dawiya cotmehê pê va di kontrola Heşda Şebiya ku piştgirê wê Îran e da ye.
Ji ber ku xeta Iraq û Sûriyeyê ket destê rejim û komên ku Îran piştgiriyê didê, Îranê ji xwe ra ev kir firsend û xeta Tehran û Şamê ku li ser Şamê ra diçe Behra Spî, kir dewrê.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, piştî ku rejim û Heşda Şebî li ser xeta hidûd gihîştin hevdu, konvoyeke leşkerî ku milîtanên Heşda Şebî tê da bûn, li ser navçeya Bûkemalê ra derbasî Dêra Zorê bû.
Îranê êdî dest pê kir û xeta rêbeja Tehran û Şamê ji bo mebestên leşkerî bi kar tîne. Bi saya serê vê xeta ku li ser Iraqê ra digihihêje Sûriyeyê va Îran êdî wê hêsantir leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê û mayîna xwe ya li wir hêsantir bike.