24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
DIYARBAKIR
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, "Em zarokên heman asîman û atmosferê ne. Bi sedan salan em bi hevra bûne û me bi heman tekbîrê eyda hevdu pîroz kiriye û wekî ferdên heman miletî emê heta qiyametê jî eyda xwe bi hevra pîroz bikin û awazên biratiyê bixwînin."
Davutoglu nimêja eydê li mizgefta mezin a Diyarbekirê (Ulu Camî) kir û piştî nimêjê dema ku ji mizgeftê derket daxuyanî da rojnamegeran.
Serokwezîr Davutoglu eyda hemû mirovahiyê, ya alema îslamê û ya tevahiya Tirkiyeyê pîroz kir û temenî kir ku hecc û diayên heciyan were qebûlkirin û wiha xeberda, "Îro dema ku em cejna qurbanê îdraq dikin em careke din qîmeta biratî, yekîtî û hevrabûna xwe ji nêzîk va îdraq dikin."
Davutoglu destnîşan kir ku wî nimêja eydê li mizgefta mezin a Diyarbekirê kir û wiha got, "Ev bajar, bajarê çanda qedîm e û navend û şaxa sereke ya baweriyan e. Ev bajar, diyarê pêxember û sehabeyan e. Eyd û remezan li her derê xweş in, lêbelê li Diyarbekirê bêtir xweş in."
- "Em zarokên heman asîman û atmosferê ne"
Davutoglu da bibîrxistin ku wî roja erefatê li Konyayê derbas kir û Kevngeha Mewlana ziyaret kir û wiha dewam kir, "Çawa nabe ku erefat ji eydê veqete, herwisa Konya ji Diyarbekirê, Bûrsa ji Hekariyê, Stenbol jî ji Riha û Wanê nikare veqete. Em zarokên heman asîman û atmosferê ne. Bi sedan salan em bi hevra bûne û me bi heman tekbîrê eyda hevdu pîroz kiriye û wekî ferdên heman miletî emê heta qiyametê jî eyda xwe bi hevra pîroz bikin û awazên biratiyê bixwînin."
Davutoglu got ku Xwedê bira rehma xwe li welatî û hêzên ewlekariyê yên ku di êrîşên terorê de şehîd ketin, bike û wiha pê de çû:
"Dayîkên Diyarbekirê û yên şehîdan dibe ku îro careke di vê eydê da bi huzn û xemgîn in, lê biqasî wê qedera wan jî eynî ye. Ez ji vir ji bo hemû dayîkên me yên xemgîn dikin sersaxiyê dixwazim."