DIYARBAKIR
Namzedê Serokomariyê Ekmeledîn Îhsanoglû li Diyarbekirê, piştî nimêja îniyê, bi hinceta êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê hat protestokirin.
Îhsanoglû ji bo hin hevdîtinan bike digel xanima xwe Fusûn Îhsanoglû û Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Erdogan Toprak bi balafira taybet hat Diyarbekirê. Li balafirgeha Diyarbekirê Alîkarê Walî Mehmet Yîgît, Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê Sezgîn Tanrikûlû û Parlementerê CHPyê yê Enqereyê Levent Gok ew pêşwazî kirin.
-Îhsanoglû ji ber êrîşên Îsraîlê hat protestokirin
Îhsanoglû bi otobêsa hilbijartinê li bajêr geriya, gelê herêmê silav kir, piştre ji bo kirina nimêja îniyê derbasî Mizgefta Mezin a Dîrokî bû û li vir nimêja îniyê kir. Îhsanoglû piştî nimêja îniyê bi hinceta êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê ji aliyê komekê ve hat protestokirin.
Ji komê hin kesan tekbîr anî û dirûşmên wek "piyonê îsraîlê" berz kir. Hêzên ewlehiyê dora Îhsanoglû pêça û ew bi ewle ji nav qelebalixê derxist.
Îhsanoglû li Otêla Greenparkê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Îhsanolû derbarê protestoyan de wiha got: "Hestên min jî wekî yên wan in lê belê li avahiya ku lê îbadet tê kirin siyaset nayê kirin. Divê em siyaset û îbadetê tevlihev nekin. Ez hestewariya ciwanan fên dikim, lewra ew jî dibêjin 'Allah û Ekber' me jî li ser nimêjê got Allah û Ekber."
Îhsanoglû got ku ji bo hatiye Diyarbekirê gelek kêfxweş e û wiha dewam kir: "Heke alema îslamê tevkariyê bike û bibe yek dê bikaribe hemû pirsgirêkan çareser bike."
-"Divê pêvajoya çareseriyê bigihîje encamekî"
Îhsanoglû bal kişand li ser giringiya yekîtiya alema misilaman û wiha dewam kir: "Divê di serî de pêvajoya çareseriyê bigihîje encamekî. Lewra pêvajoya çareseriyê çiqasî dereng bimîne dê aliyê filîstînê bi vî qasî xwîn bê rêtin. Di dîroka dinyayê de bûyerên wiha tunene."
Îhsanoglû di dawiyê de destnîşan kir ku ne di CHP ne jî di MHPyê de qeyda wî heye û wiha got: "13 partî piştgiriyê didin min. Hûnê an hemûyan ji min pirs bikin an jî pirsan yekê jî nekin."