Ji bo ku xendeqên ku hatibûn vekirin bên girtin, bergiriyên bimayîn bên rakirin û ji ber operasyonên der barê girtina terorîstên li herêmê bên girtin di 4ê îlonê saet 20.00an de qedexeya derketina derve dest pê kir. Ev qedexe îro ji saet 07.00an ve qediya. Welatiyên ku bi xilasbûna qedexeyê derketin derve ji ber tehrîbata ku terorîst li navçeya wan bûn sedem, mat man.
Niştecihên navçeyê bi xizm û cîranên xwe re hatin bal hev û xwestin ku dawî li bêhizûrî û tirsa ku hat serê wan bê.
-Hefteyekê di bodruma mala xwe de jiyane
Ji niştecihên Taxa Nûrê Osman Kartal tirsa ku ji ber pevçûnên li navçeyê ket dilê wan bi kurmancî bi girî ji nûçegihanê AAyê re qise kir.
Kartal got ku ji ber pevçûnan ketin nav fikarên mezin û got ku "Em ji ber pevçûnan gelekî tirsiyan. Ez bi zarok û neviyên xwe re seranserê hefteyekê em 7 kes di bodrûma mala me ya 3 qatî de man."
-"Em aramî dixwazin"
Îlyas Gozungu diyar kir ku seranserê qedexeyê qet ji mal derneketin û got ku ji ber ku li tevahiya kolanan xendeq kolane mexdûr bûn.
Gozungu got ku "Wan ji ber ku xendeq kolan û bertek nîşan dan bûyeran dest pê kir. Hemû kûçe hatibûn kolan. Em vê teswîp nakin. Em li dijî vê ne. Kî derketa lê dixistin" û da zanîn ku li kolana bi çiwalên tijî bergirî hatibûn danîn.
Gozungu qal kir ku ji ber bûyeran bêcêyran û bêav man û wiha axivî: "Em aramî dixwazin. Em naxwazin ku pevçûn çêbin, mirov bimirin. Em ew kesên ku dibin sedema van pevçûnan teswîp nakin. Gel ji van pevçûnan gelekî zirarê dibîne."
Osman Aydin bi kurmancî destnîşan kir ku li gor îslamiyetê hemû mumîn bira ne û got ku ji ber bûyeran gelekî xemgîn in.
-"Em naxwazin ku PKK li bajêr me bêhtir perîşan bike"
Aydin got ku "Ew kesên ku îdia dikin ku parêzvanên kurdan in ji ser me meaşê distînin û tenê avê şêlû dikin. Em aştiyê dixwazîn. Em naxwazin ku PKK li bajêr me bêhtir perîşan bike. Îdeolojiya van wisa ne ku bi kêmînên mayînê gelê xwe bi xwe dikujin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Xwedê di Qur'ana Pîroz da nabêje ku 'Tu kurd î, tu tirk î, tu ereb î'. Dibêje ku 'Mumîn bira ne'. Vê nijadperestiyê kirin û em tî, birçî, bêcêyran û sefîl hiştin. Malên mirovan perîşan bûn. Ma ev e kurditî? Em kurditiyeke wiha naxwazin. Em misilman in, em dê nebin ji wan ên ku baweriyên wan ên ku baweriyên wan pûç in. Em naxwazin ku vê bajarê hizûra me birevînin. Tekane daxwaza me aramî, yekîti û biratî ye. Em şer û pevçûnê naxwazin. Rebbê min avek vê agirê bike. Xwedê me bi hev re û bike bira. Xwedê car din van rojên daijwar neyne pêşiya misilmanan. Xwedê me ji wan kesên ku heq û rastiyê dinase bike."
Mehmet Yildiz jî wiha axivî: "Em dixwazin ku ev rewşa nexweş a ku em di nav de ne demildest berteref bibe, em ji Xwedê jî ji mezinên dewleta xwe jî dixwazin.