ANKARA
Çavkaniyên AK Partiyê ragihandin ku "AK Partiyê, di çarçoveya hevdîtinên koalîsyonê de, hikûmeta hilbijartinê ya ji bo 3 mehan pêşniyazî CHPê nekir, wan hikûmeta reformê ya demkî pêşniyaz kir."
Hat destnîşankirin ku CHPê ji bo avakirina hikûmeta koalîsyonê ya ji bo 4 salan bê avakirin israr kir, lijneya AK Partiyê jî li ser vê avakirina hikûmeta reformê ya demkî pêşniyaz kir.
Çavkaniyên AK Partiyê diyar kir ku CHPê ji bilî avakirina hikûmeta koalîsyonê ya ji bo 4 salan, formuleke din pêşniyaz nekir; lê partiya wan ji bo dîtina vebijarkên din hewl da.