Li Çatakê terorîstan êrîşê qereqola jendirmeyan kir, di êrîşê de eskerek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin mensûbên PKKya rêxistina terorê bi roketavêj û çekên lûledirêj êrîşê Qereqola Jendirmayan a Narliyê kirin.
Ji ber ku hêzên ewlehiyê bertek nîşan dan pevçûn derket, di pevçûnê de binefserek birîndar bû û terorîst reviyan. Binefserê birîndar bi firokeyê rakirin Navenda Tibê ya Dursun Odabali ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Li herêmê operasyon dan destpêkirin.
Terorîstan di 9ê tebaxê û 9ê îlonê jî êrîşê Fermandariya Qereqola Jendirmeyan a Narliyê kiribûn, di êrîşan de tu kes nemiribû û birîndar nebibû.