Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Alî Haydar Konca got ku "Em partiyeke wisa nin destnîşan dikin ku ji bo biratî û yekîtiya Tirkiyeyê çi ji destê me bê em dê wê hewldanê di nav hikûmetê de jî nîşan bidin û heke biryara hilbijartinê hatibe girtin jî em amade ne."
Konca serokatiyên HDPyê yên navçeyên Darica, Çayirova, Gebze, Korfez, Dîlovasi û Derînceyê ziyaret kir.
Konca êrîşên ku dibin ser avahiyên bajêr û navçeyan şermezar kir û got ku li Tirkiyeyê şer û mirinê naxwazin, dixwazin ku di nav aştî, biratî û azadiyê de bijîn û bi vê daxwazê ketin hilbijartinê.
Konca diyar kir ku bi tu partiyê re neketin nav koalîsyonê, tenê di çarçoveya mecbûriyeta ku ji Destûra Bingehîn pêk tê di nav hikûmeta hilbijartinê de cî digirin û wiha axivî: ""Em partiyeke wisa nin destnîşan dikin ku ji bo biratî û yekîtiya Tirkiyeyê çi ji destê me bê em dê wê hewldanê di nav hikûmetê de jî nîşan bidin û heke biryara hilbijartinê hatibe girtin jî em amade ne. Ew kesên dibêjin ku 'Digel her tiştê hilbijartin' divê hesaba paşguhkirina vîna gel bidin. Mihraqên tarî hewl didin ku şerê birayan geş bikin û berdevkiya şer dikin û em vê yekê jî gelekî baş dizanin."
Konca qal kir ku amadeyê hilbijartinê ne û di atmosfereke ku ewlehiya hilbijartinê hat pêkanîna de her kes divê li hember encamê rêz bigire û got ku "Ji kerema xwe bila ji bo hirsa îqtidarê xwîn neyê rijandin, hêstir nebarin."
Konca qal kir dixwazin ku aştî û biratî bibe serdest û got ku divê di pêvajoya hilbijartinê de her kes li hember mafên siyasî yên li hemberê xwe rêz bigire, bi rehetî bikare propagandaya xwe bike û wiha axivî:
"Ji kerema xwe eqlêselîm bin, xweşbîn bin, xebatên hilbijartinê ji şer dûr bikin. Dema êrîşî me kirin ji bo ku em tevî wê belayê nebin çi ji destê me bê em bikin. Ev di rastiya xwe de bêziravî nîne, wêrekiyeke mezin e. Ez bangî aliyan dikim, ji kerema xwe ew şert û mercên ku dê dawî li atmosfera pevçûnê bînin pêk bînin, destê xwe ji ser çekan bikşînin, ji bo aştiyê ji nû ve li ser maseyê rûnin. Li ser wê masê kî çi dibêje bila bibêje û bila aştî, biratî û azadî bê vê welatê. Heke neyê dê tu wateya sindoqê jî, parlementoyê jî, hilbijartinê jî tunebe."
-"Em dê di 1ê sermawezê de bêtir deng bistînin"
Konca destnîşan kir ku mafên mirovan û azadî nirxên gerdûnî ne û got ku bi ketina YEyê di rastiya xwe de dixwazin ku van nirxan pêk bînin.
Konca got ku peywira wî ya eslî ye ku biçe Cizîrê, tiştên ku wir diqewimin bi xwe bibîne û da zanîn ku ji bo ku van ragihîne raya giştî berpirsyariya wî ya wijdanî heye.
konca got ku dê di hilbijartinên giştî yên parlementeriyê yên di 1ê sermawezê de partiya wî bêhtir deng bistîne, bêtir parlementer derxîne û wisa bikeve parlementoyê.