Polîtîka

Tirkiyeyê der barê êrîşa ser dêra li Sûriyeyê da daxuyanî da

Sümeyye Dilara Dinçer  | 23.06.2025 - Rojanekırın : 24.06.2025
Tirkiyeyê der barê êrîşa ser dêra li Sûriyeyê da daxuyanî da

Ankara

Wezareta Karên Derva der barê êrîşa ser dêreke li Şama paytextê Sûriyeyê da got, "Ev êrîş hewildanên tesîskirina îstiqrar û ewlehiya li Sûriyeyê dixe hedef, armanca wê xerabkirina hizûr û aştiya civakî ye."

Wezareta Karên Derva daxuyaniya nivîskî da û sersaxî da malbatên kesên ku di êrîşê da hatin kuştin û gelê Sûriyeyê, ji birîndaran ra şifa xwest.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Tirkiye wê ligel Sûriyeyê be û her cure piştgiriyê bide Sûriyeyê û wiha hat gotin, "Ev êrîş hewildanên tesîskirina îstiqrar û ewlehiya li Sûriyeyê dixe hedef, armanca wê xerabkirina hizûr û aştiya civakî ye."

- Rayedaran DEAŞ wekî berpirsiyarê kuştina 20 kesan dît

Li Şama paytextê Sûriyeyê di Dêra Mar Îlyasê da teqîn çêbû û 20 kes hatin kuştin, 52 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Karên Derva ya Sûriyeyê, DEAŞa rêxistina terorê ev êrîş pêk anî.

Di teqînê da li dêrê xesareke mezin çêbû, der barê teqînê da lêpirsîn dan destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.