Wezareta Karên Derva: Tirkiye ji ber encamên êrîşa Amerîkayê ya li ser Îranê bi fikar e

Ankara
Wezareta Karên Derva der barê êrîşa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleer yên li Îranê da daxuyand ji ber encamên dibe ku biqewimin ew bi fikar e û êrîşê metirsiya belavbûna pevçûnan derxistiye asta herî bilind.
Wezareta Karên Derva ji ber êrîşa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleer yên li Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da behsa fikara Tirkiyeyê hat kirin û wiha hat gotin: "Tirkiye ji ber encamên dibe ku biqewimin, ên êrîşa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleer yên Komara Îslamî ya Îranê bi fikar e. Êrîşa Amerîkayê ya li ser tesîsên nukleer yên Îranê metirsiyê (belavbûna pevçûnan) derxistiye asta herî bilind."
Hat destnîşankirin ku divê êrîş bên rawestandin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku ew bi berpirsiyarî tevbigerin, ji niha û pê va êrîşan rawestînin û ji gavên ku dikarin bibin sedema kuştina zêdetir kesan û wêraniyê dûr bisekinin. Tekane rêya çareserkirina qeyrana îxtilafê ya der barê bernameya nukleer ya Îranê da mizakere ye."