ANKARA
Akdogan got ku ji ber ku The Timesê îlaneke bi hezeyan û polemîkên siyasî dagirtî weşandiye rûmeta xwe daxistiye. Her wiha wan kesên bi navûdengê bi rûmetê ku îmzeya xwe li bin vê îlana dev diavêje hikûmeta tirk û Serokwezîr xistine, rûmeta xwe daxistine.
Yalçin Akdogan der heq îlana di rojnameya îngilizî The Timesê de bi sernavê "Ji Serokwezî re nameya vekirî" ya ku bi piştgiriya hin hunermendan hatibû weşandin daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku kesên ev îlan îmze kirine xwedî agahiyên şaş in, îlan bi awayekî kirêt dev diavêje hikumeta tirk û Serokwezîr. Ev îlan der barê bûyerên Parka Geziyê de bi îtham û sûcdarkirinên neheq dagirtiye. Ji ber ku ew kesên nave wan derbas dibin bûne haletê vê kampanyaya siyasî mirov xemgîn dibe.
Demokratên naylon in
Akdogan got, gelo ev kesana haj pê hene di hepsên Çîn û Îranê de çend rojnamevan hene û yan jî ew bersûcên qala wan tê kirin gelo ji ber sûcê rojnamevaniyê tên darizandin? Akdogan weha pê de çû: Ev kesên ku der heq derbeya çendek berê li Misrê çêbû daxuyanî belav nekirine, ji ber ku li Suriyê sed hezar kes hatin kuştin dengê xwe nakin, ji bo ku li Myamarê û li gelek deveran zilmên mezin li mislimanan tê kirin şermezar bikin îlan nedane, tu carê nikarin samîmiyet û pêbaweriya xwe îsbat bikin. Aliyên Rojavayî bi van helwestên xwe yên bêprensîb û cot standart rengê demokratbûna xwe ya naylon didine xuyanê û derbasî dîrokê dibin.